Önder Beyter
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
QUDIS
Hat ragihandin ku gelek rûniştvanên Cihû ligel polêsê Îsraîlê bi ser Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilata dagirkirî da girtin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Rêveberiya Weqfên Îslamî yên Qudsê Fîras Dibs di daxuyaniya xwe ya ku da peymanêrê AAyê da destnîşan kir ku bi sedan rûniştvanên Cihû di bin baskê polêsê Îsraîlê da ketin hewşa Mescida Eqsayê.
Koma radîkal û tundrev a ku li Îsraîlê wekî "Rêxistinên Peykeran" tê naskirin, sêşema çûyî bangî Cihûyan kiribû ku "bi awayekî giştî" bi ser Mescida Eqsayê da bigirin.
Rûniştvanên tundrev ên Cihû di bin baskê polêsê Îsraîlê da pirî caran bi ser hewşa Mescida Eqsayê da digirin.