Welatiyên Brîtanyayê ji bo ku tevî rêxistina terorê DAEŞê bibin diçin Sûriyeyê û tê destnîşankirin sedema sereke ya çûyîna wan ew e ji ber ku misilman in li Îngiltereyê rastî cudakeriyê tên. Dîsa li gorî hin nîqaşan polîtîkaya Britanyayê ya derve jî dibe sedema radîkalbûyîna misilmanên îngiliz ên ciwan.
Edîtorê rojnameya Muslim Newsê ya ku li Îngiltereyê rojnameya herî kevin a der barê misilmanan de ye Ahmed Versî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku çendîn eger hene ku dibin sedema tevlêbûna DAEŞê ya welatiyên Îngiltereyê.
Versî diyar kir ku wêne û dîmenên ku nîşan didin rejîma Esed xelkê Sûriyeyê dikuje li ser biryara van kesan bi bandor bûn û herwisa di destpêka kriza Sûriyeyê de ji bo têkoşîna li dijî rejîmê çûyîna vî welatî ne qedexe bû, hikûmeta Îngilizan piştgirî da muxalifan.
Versî wiha berdewam kir:
"Hikûmeta îngiliz herwext sedeqeta misilmanan a ji bo xwe dipîve. Gelek caran pirsên mîna "Ev kes têra xwe îngiliz in û xwedan nirxên îngilizan in?" tînin rojevê. Ji ber vê çendê jî ev kes xwe wekî endamekê civaka îngiliz nabînin. Di sîstema vî welatî de misilman ji civakê tê dûrxistin. Ev kes herçiqas bixwazin entegreyê civakê bibin jî, lê ji ber ku misilman in û ji ber rabirduya xwe tûşî rexneyan tên. Ji ber van egeran divê misilman wekî perçeyê civakê bên dîtin û di hêla ewlehî û terorê de li wan neyê mêzekirin."
"Heger ez misilmanekî ciwan bibûma dibe ku ez jî bibûma radîkal"
Arîkarê Serokwezîrê berê yê Îngiltereyê yê ji Partiya Karkeran John Prescott di makaleya xwe ya ku ji bo rojnameya Mîrrorê ya îngiliz a dawiya hefteyê nivîsand de diyar kir êdî wext hatiye ku em bi rastiya çûyîna îngilizên ji bo ku beşdarî DAEŞê bibin diçin Sûriyeyê ve rûbirû bin û wiha pê de çû: "Em jî dibin sedem ku ev ciwan radîkal bibin. Ez wisa difikirim rola ku Îngiltere li Iraq û Efganistanê dilîze dibe sedem ku misilmanên ciwan ên li Brîtanyayê bibin radîkal."
Prescott di meqaleya xwe de wiha dibêje:
Wisa tê bawerkirin ku li Sûriyeyê di nava rêzên DAEŞê de zêdetirî 600 welatiyên Brîtanyayê şer dikin. Êdî wext nehat ku em bi wê rastiyê re rûbirû bibin ku rola me ya di çûyîna van ciwanan de zêde ye? Heke ku ez jî misilmanekî ciwan bibûma û min jî bidîta ku li Xezeyê 2 hezar kes ji ber bombardimana Îsraîlê mirin, li Sûriyeyê bi milyonan kes ji warên xwe bûn û gumanbarên terorê dibin hedefa fuzeyên DYAyê, ez bawer im wêçaxê dibe ku ez jî bibûma radîkal."
- 600 welatiyên Brîtanyayê li Iraq û Sûriyeyê ne
Li Brîtanyayê biqasî 3 milyon misilman dijîn û ev hejmar teqabulê ji sedî 5ê nifûsê welat dike. Wisa tê texmînkirin ku ji Brîtanyayê biqasî 600 kesî ji bo ku tevî rêzên DAEŞê bibin çûn Iraq û Sûriyeyê. Di nava kesên ku çûne de keçên xama û jin jî hene.