Fatih Gazioğlu
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê got ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo li Brukselê wê bi hemtayiyê xwe Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinekê bike.
Berdevk Naurtê beriya çûna Brukselê li balafirgehê daxuyaniyeke kurt da rojnamevanan.
Naurtê got ku Mîke Pompeoyê wezîrê nû duh sondxwar û niha ji bona Civîna Wezîrên Karên Derva ya NATOyê diçine Brukselê.
Naurtê diyar kir ku Pompeo li Brukselê wê bi Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê û Angelîno Alfanoyê Wezîrê Karên Derva yê Îtalyayê re bicive.
Nauertê got ku di hevdîtinan de wê li ser mijarên girîng Efxanistan, Rûsya û NATOyê bê axaftin.
Pompeoyê di çarçoveya ziyaretên xwe yên ewil de piştî Brukselê heta 30ê nîsanê wê biçe Riyad, Qudis û Emanê.