LONDRA
Li Amerîkayê ciwanekî reşik ê bi navê Mîchael Brown (18) bi destê polêsekî hatibû kuştin. Juriya li Amerîkayê der barê vê bûyerê de biryar da ku ne hewce ye polês bê darizandin. Li Îngilistanê jî malbatên zarokên reşik yên ku zarokên wan ji ber şideta polêsan mirine, li ber Balyozxaneya Londrayê ya Amerîkayê civiyan û ev biryara ku juriya Amerîkayê da protesto kir.
Gelek kes li ber balyozxaneyê civiya û pankartên wek "Sedema şidetê tuneye", "Ji bo Mîchael Brown edalet" vekirin û duruşmeya "Jiyana reşikan jî girîng e" berz kir.
Çalakiya protestoyê bi destê koma ku kampanyaya "Li Dijî Netewperestiyê be" hat lidarxistin û çalakî bê bûyer kuta bû. Hin komên biçûk jî piştî çalakiyê ber bi avahiya parlemento û Serokwezîriyê ve meşiyan.