BÎTLÎS / HAKKARÎ
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê li Bitlîsê 21, li Hekariyê jî rêya 12 gundan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Bitlîsê, ji ber berf û bagerê rêya 21 gundan hatin girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêya gundan vekin dixebitin.Li navenda bajêr jî ekîbên şaredariyê navenda bajêr ji berfê paqij dikin.
Li Hekariyê jî ji ber berf û bagerê rêya 12 gund û 12 mezreyan hatin girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên xwe bênavber berdewam dikin.