06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
MINBIC
PYD/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê li navçeya Minbicê ya li aliyê rojava a robarê Feratê nasnameyên qaşo yên ku li serê mohra wê heye belavî sivîlên ku nasnameyên wan tunin dike. Rêxistin bi vî awayî daxuyaniyên rayedarên DYAyî yên wekî "li Minbicê PYDyî tunin' derewand.
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya asîmanî û arîkariyên eskerî yên DYAyê tebaxa bori Minbica navçeya Helebê ya li aliyê rojava yê robarê Feratê bi dest xistibû.
DYA temînat dabû Tirkiyeyê ku piştî Minbic ji DEAŞê hat paqijkirin dê PYD/PKK navçeyê terk bike lê ev temînata xwe bi cî neanîbû.
Digel vê Wezareta Karên Derve ya DYAyê di daxuyaniyên xwe yên di 7 û 27 îlonê de îdia kiribû ku rêxistinê Minbic terk kiriye.
Birêvebiriya DYAyê di 16ê sermawezê de bi daxuyaniya Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DEAŞê yê Barack Obama gotinên xwe guherandibûn. McGurk di 16ê sermawezê de dabû zanîn ku rêxistin piştî ku perwerdeya dide hêmanên herêmî temam kir dê ji navçeyê derkeve û hebûna terorîstan a li navçeyê îtiraf kiribû.
Çavkaniyên li Minbicê yên ku AAyê ji wan agahî sitandin û ji ber ewlehiyê nexwestin ku navên wan bên eşkerekirin dan zanîn ku rêxistin nasnameyên ku li serê mohra rêxistinê heye belavî sivîlên ku nû hatin herêmê yan jî nasnameyên wan tune dike.
Di mohra li rûyê pêşî ya nasnameya qaşo ya ku di 20ê sermawezê de hatiye amadekirin û wêneyê wê ji ser çapemeniya civakî hatiye parvekirin de gotinên erebî yên wekî "Îdareya Demokratîk a Xweser" û "Meclisa Îdarî ya Minbic û Çolwarê wê ya Sûriyeyê" cî digirin.
Di mohra li rûyê paş a belgeya qaşo de jî bi kurdî û erebî "Asayîşa Minbic ya Hêzên Asayîşa Rojava" û "Kantona Kobanê" dinivîse.
Di "belgeyeke nasnameyê" ya ku nûçegihanê AAyê ji niştecihekî li Kobanêyê sitand lê belê ji ber ewlehiyê dîmena wê neweşand de jî gotinên manend hene. Di belgeya qaşo ya ku di 19ê îlonê de hatiye amadekirin de mohra "Meclisa Birêvebirinê ya Kobanêyê" heye.
"Belgeya nasnameyê" ya ku li serê mohra rêxistinê heye belavî gelek kesên ku ji ber sûcên ku li Tirkiyeyê kirine reviyane û bi rêyên dereqanûnî hatine herêmê dikin.
PYD/PKKya rêxistina terorê navê "Rojava" li herêmên li bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola xwe de dike.
Rêxistinê navçeya Kobanêyê ya li bakurê rojavayê bajarê Helebê di kanûna paşîn a 2014an de wek "kanton" îlan kiribû.
Gotina "kanton" a ku ji birêvebiriya federal a li Swîsreyê îlham sitandiye yekîneyên xweser ên welatekî terîf dike.
Li bakurê Sûriyeyê seranserê sînorê Tirkiyeyê Heseke, Kobanê û navçeya Efrînê ya li rojavayê robarê Feratê di destê rêxistinê de ne.
PYD/PKK hedef dike ku Baba cîranê Minbicê bi dest bixe û li rojhilat û rojavayê robarê Feratê herêmên ku bi dest xistiye bike yek.
Herekata Mertala Feratê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkan û Artêşa Sûriyeya Azad bi rê ve dibe jî nahêle ku rêxistin bigihêje Babê.
Tirkiye destnîşan dike ku dê destûrê nede "korîdora terorê" ya seranserê sînorê xwe.