12 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
ANKARA
Amerîka û Tirkiyeyê her çiqas li hev kiribin YPG/PKKya rêxistina terorê divê ji Minbicê derkeve jî, li navçeyê rêxistin mêrên temenê wan di navbera 18 heta 30î de ye bi zorê hildide nav refên xwe û çekan dide destê wan.
Di 4ê Hezîranê de Amerîka û Tirkiyeyê li hev kiribûn YPG/PKKya rêxistina terorê ji Minbicê derkeve.
Her çiqas herdu aliyan li ser vê mijarê li hev kiribin jî rêxistin ciwanên li Minbîcê tehdîd dike û bi zorê çekan dide destê wan.
Li ser hesabê medyaya civakî ya qaşo meclisa eskerî ya Minbicê ya YPG/PKKyê duh belgeyek hat weşandin.
Di belgeya ku dîroka wê 18yê Hezîranê ye de hat gotin li Minbicê mêrên temenê wan di navbera 18 heta 30î de ne heta 20ê vê mehê divê teslîmî rêxistinê bibin.
Rêxistinê kesên ku heta vê demê wê teslîm nebin jî bi cezayê va tehdîd kir.
YPG/PKK ji sedî 27ê axên Sûriyeyê dagir kiriye û li van herêman bi zorê çekan dide destê ciwanan.
Esnafên li navçeyê di meha nîsanê de kepenga kargehên xwe girtibûn û ev rewş protesto kiribûn.
Rêxistinê bi piştgiriya Amerîkayê di Tebaxa 2016an de Minbic bi dest xistibû.
Ji sedî 90ê zêdetir ê navçeyê ji Ereban pêk tê.
- Nexşerêya Tirkiye û Amerîkayê ya Minbicê
Tirkiye û Amerîkayê di 4ê Hezîranê de li ser nexşereya Minbicê li hev kiribûn ku YPG/PKK ji navçeyê derkeve.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û hemtayê wî Mîke Pompeo nexşerêya aramî û îstikrara navçeyê pêk tîne pesend kiribûn.
Li gor vê nexşerêyê hêzên eskerî û îstixbaratê yên Tirkiye û Amerîkayê li navçeyê kontroleke hevpar wê bikin. Piştî ku rêxistin ji navçeyê derkeve rêvebiriyeke ji hêzên herêmî pêk tê wê ava bibe.
Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya vê nexşerêyê de cara ewil di 18yê Hezîranê de peywira dewriyeyê ya ewil kiribû. Heta niha 28 dewriyeyên bikordîne/xweser hatin kirin.
Serokomar Erdogan: "Hizra wê yekê ehmeqî ye ku mirov wisa zen bike, welatek ji ber ku kura dovîzê li piyê wê aliya dê biteise."