24 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî hevdîtina digel Alîkarê Serokê DYAyê Joe Biden civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Serokwezîr Yildirim got, "Ne hewldana derbeya 15ê tîrmehê û ne jî pirsgirêkên din divê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê xirab nekin, divê destûr neyê dayîn ku têkilî xirab bibin.
"Serokwezîr der barê îadekirina Fethullah Gulenî de got, "Heger di pêvajoya îadekirina wî ji welatê me ra lez bê kirin, hevkariya me ya di vê mijarê da bidome, hêvîşikestîbûn û xembariya gelê Tirkiyeyê ya di vê mijarê da wê bi şêweyekî lezgîn bicebire."
Serokwezîr Yildirim nêrîna xwe ya giştî ya ji bo PYD û YPGê wiha tarîf kir; "Em dizanin ku ev bi PKKê re di nav hev de ne û bi hev re dixebitin. Her çiqas wisa dixuyê ku ev di mijara DAEŞê de arîkarî dike jî divê DYA bizanibe ku di dawiya rojê de dibe ku hûn bi rêxistineke terorê rêxistineke terorê ya din têk bibin lê piştî wê yê ku di destê we de dimîne, pirsa hûn ê wê rêxistina terorê çawa têk bibin dîsa derdikeve pêşiya mirov. Ji ber wê jî ji bo ku xetere mezin nebe ez dixwazim bibêjim hewcedarî heye ku car din li ser nêrîna PYD û YPGê bisekinin."
Serokwezîr Yildirim wiha pê da çû: "Rêvebiriya DYAyê, him Serok Obama û him jî Birêz Joe Biden îro jî, beriya vê jî bi eşkere daxuyandin ku ew vê derbeyê napejirînin û gotin ku ev tevgereke li hember demokrasiyê ye. Ji bo me ya ku bê qebûlkirin jî ev e. Daxuyaniyên li dijî vê di nav gel de hene û ev nêrîn in. Ji xwe em li vir in ku van nêrînan verast bikin, ji bo wê em bi hev re ne. Ez bawerim ku dema pêvajoyê ya ku der barê îadekirina serokê terorîstan baş dewam bike, nêrîna di hişê gelê me de jî wê di demeke kin de erênî biguhere û dostaniya me ya ku heye jî, wê zêdetir dewam bike."