ERBÎL
Hat diyar kirin PYD li cihên ku hilda bin kontrola xwe li dijî Rûdaw TVya ku bi kurdî weşanê dike sansûr kire rewacê û nahêle xebatkarên Rûdaw TV yê weşanê bikin.
PYDyê li cihên ku hilda bin kontrola xwe xebatên Rûdaw TVyê qedexe kir. Ji ber vê jî rayedarên televizyona ku navenda vê Herêma Kurdistana Iraqê ye daxuyaniyek belav kir.
Rêvebirên Rudaw TVya ku li Herêma Kurdistana Iraqê weşanê dike, biryara qedexekirina PYDê şermezar kir û diyar kir ku ev biryar li dijî demokrasiyê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku qanala Rudawê "nûçegihaniyekê profesyonel" dike û daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vê biryara çewt û dijî demokrasiyê ya Kantona Cizîrê ya ser bi PYDê şermezar dike. Rûdaw bi dilgiranî Kurdistan û cîhanê ji bertengbûna azadiya rojnamevanî li wê kantonê û kantonên din ên li jêr desthilata PYDê agehdar dike. Ji îro û şûnde jî, berpirsiyariya ewlekariya jiyana tîmên rojnamevanî yên Rûdawê dikeve stûyê berpirsên kantonên girêdayî PYDê. Hemû rêxistinên navneteweyî û konsulxane û balyozxaneyên welatan jî li Hewlêrê û welatên din ji vê yekê tên agehdarkirin."