KERKÛK
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku pêşmerge dikarin bi tena serê xwe Kerkûkê biparêzin.
Pêşmerge piştî ku ji bo parastinê ketin Kerkukê, Barzanî cara ewil hat û bajar ziyaret kir, bi nûnerên partiyên siyasî û rayedarên herêmê re jî hevdîtin kir.
Di dawiya civînê de Barzanî daxuyanî da rojnamegeran û dest nîşan kir ku ew ji bo piştgiriyê bide gelê Kerkukê hat bajar.
Kerkûk niha di bin kontrola pêşmergeyan de ye û Barzanî jî bal kişand ser vê yekê û wiha got: "Em ji bo parastina Kerkûkê amade ne. Em cudahiyê nakin navbera tu dîn, mezhep û miletên din, em ê can û malên her kesî biparêzin. Gelê Kerkûkê ji bo me girîng e. Li vî bajarê qedîm em ê êdî nehêlin ku bûyerên terorê biqewimin. Hêzên me yên pêşmergeyan bi her awayî ji bo parastina hemû sînorên Kerkûkê bi hêz e. Heke hewce bike em dikarin hin pêşmergeyên din jî bişînin."
Barzanî bi fermandarên pêşmergeyan re jî hevdîtin kir û dest nîşan kir ku ew li ser parastin û ewlehiya Kerkûkê sekinîn. Di hevdîtinê de bi rayedarên leşkerî re jî guftûgo kirin. Di dawiyêde Barzanî bi wesaîtê vegeriya Hewlêrê.
Barzanî çend roj berê gotibû ku Kerkuk êdî bajarê herêma Kurdistanê ye û pêşmerge dê ji bajêr dernekevin.