QÛDIS
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Peter Lerner di daxuyaniya ku li ser hisabê xwe ya Twîtterê par vekir de diyar kir ku xebatên wan yên lêgerînê didomin, duh bi şev 10 kes binçav kirin.
Rêvebiriya Îsraîlê îdia kiribû ku di 12 hezîranê de li warê Gush Etzîona li ser Şerîaya Rojavayê 3 cihû hatin revandin. Îsraîlê ji ber windabûna 3 cihûyan rêvebiriya Filistînê berpirsiyar girt. Parlementoya Îsraîlê ji bo ku kesên winda bûne bên dîtin, operasyon jî tê de rayeyên berfireh dan artêşê.
Yekîneyên artêşê jî ji 12yê hezîranê heta niha li Şerîaya Rojavayê êrîşan dike. Îsraîlê di operasyonan de ligel Serokê Meclisa Filistînê Azîz Duweyk, wezîrên berê û endamên Hamasê bi tevahî 500 kes binçav kir.
Îsraîlê duh biryar da ku operasyonên li Şerîaya Rojavayê bidomîne.