20 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê da zanîn ku hêzên pêşmergeyan dê tenê li gor telîmat û emrên Fermandariya Pêşmergeyan a HKIyê tevbigere.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê der heqê gotinên Mark Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê yên wekî girîng e ku hêzên pêşmergeyan û komên çekdar ên din bikevin bin fermandariya artêşa Iraqê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên pêşmergeyan dê ne li gor artêşa Iraqê dê tenê li gor emir û telîmatên Fermandariya Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê tevbigere."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta navendî ya Iraqê di mijara perwerdekirin û çekdarkirina hêzên pêşmergeyan de peywira ku dikeve ser milê wê bi cî neanî û hat destnîşankirin ku digel vê yekê li gor destûra bingehîn a welêt hêzên pêşmergeyan parçeyekî parastina Iraqê ne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Niyeda hêzên pêşmergeyan tune ku dest deynin ser herêmekî lê belê li herêmên ku di destê DAEŞa rêxistina terorê de ne dê têkoşîna xwe berdewam bikin û heta ku tehdîda terorê ji holê bê rakirin dê li herêmên navborî bimînin."
Di daxuyaniyê de her wiha dan zanîn ku hêzên pêşmergeyan ji bo ku DAEŞa rêxistina terorê ji holê bê rakirin her dem amade ye ku bi artêşa Iraqê re di nav piştevaniyê de tevbigere.
Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê du di daxuyaniya çapemeniyê de gotibû girîng e ku hêzên pêşmergeyan jî di nav de hemû komên çekdar bikevin bin fermandariya artêşa Iraqê.