02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
DIHOK
Hat ragihandin ku pêşmerge û Heşda Şebî li ser dubarenebûna êrişên milîsên Şiî li sînorên Şengalê li hev kirin.
Berpirsê Eskerî yê Pêşmerge li Şengalê Serbest Lezgîn bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê ragihand ku bi Fermandeyê Tûgayên Bedirê Hadî Amirî re ku heman demê berpirsê Heşda Şebî ye jî civiyane.
Lezgîn got ku dubarenebûna êrişa Heşda Şebî li sînorê Telafer û Şengalê bi Amirî re axivîne.
Lezgîn diyar kir ku milîsên Şiî mewziyên pêşmerge bixeletî bomberdûman kirine û got: "Hadî Amirî jî ragihand ku gelekî xemgîn e û pêşmerge bi şaşî û ji ber nebûna kordînasyonê hatiye bomberdûmakirin."
Berpirsê pêşmerge anî ziman ku bi Heşda Şebî re li hev kirine û ev êriş careke din dubare nabin.