Bijîşkê li Nexweşxaneya Cumhûriyetê ya Mûsilê dixebite Dr. Welîd Casim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku piştî êrîşa DYAyê ya li ser Şengalê, 5 cesed û 6 milîtanên birîndar ên DÎŞIyê anîn nexweşxaneyê.
Casim diyar kir ku birîna hin milîtanan giran e û ev milîtan a nıha di komayê de ne.
Der barê bûyerê de meqamên fermî ên Iraqê daxuyaniyeke fermî belav nekir.
Serok Barack Obama destûr dabû artêşa DYAyê û ji roja înê vir ve artêşa DYAyê êrîşê dibe li ser milîtanên DÎŞIyê.