MÛSIL
Hat ragihandin ku piştî pevçûnên ku 3 rojan dewam kirin hêzên pêşmergeyan bi temamî kontrola navçeya Mexmûra Mûsilê bi dest xist.
Li gor agahiyan pêşmergeyan ji bejayê û hewayê ve bombe barandin ser milîtanên DÎŞIyê û êrîş kirin. Operasyon bi piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parstina Gel (YPG) ve hat kirin û DÎŞIyê derbeyeke mezin ji pêşmergeyan xwar. Gelek milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û wesaîtên leşkerî û techîzatên xwe hiştin û ji Mexmûrê reviyan. Li ser vê hêzên pêşmergeyan bi konvoyan hatin Mexmûrê.
Piştî nehiyeya Giwerê bidestxistina Mexmûrê pêşmerge û gelê Hewlêrê kêfxweş kir. Endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi wesaîten xwe li navenda bajêr tûr avêtin û şa bûn.
Mexmûr bi piranî ji kurdan pêk tê û 60 kîlomêtro li rojavayê başûrê Hewlêrê ye. 12 hezar merivên ku ji Tirkiyeyê hatine jî li kampa Mexmûrê dijîn.