Abdullah Tel
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
QUDIS
Pêşnûmaya qanûnî ya binîqaş a wê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu ji darizandina doza gendeliyê ya der heqê wî da hatiye vekirin xilas bike, li meclisê di rayavêtina ewil da hat qebûlkirin.
Di nûçeya ji ser malpera înternetê ya rojnameya Yedîot Ahronota Îsraîlê hat weşandin da hat gotin ku pêşnûmaya binÎqaş a pêşkÊşî meclisê kirin di dengdayîna ewil da hat erêkirin.
Tê îdiakirin ku pêşnûma li welêt îqtidar û muxalefet jî di nav de li seranserê welêt bû sedema gelek nîqaşan bi armanca ku Netanyahu ji doza gendeliyê ya li Îsraîlê der barê wî da hatiye vekirin xilas bike, hat amadekirin. Pêşnûma di Lijneya Giştî da li hemberî 37 rayên "na" bi 46 rayên "erê" va hat qebûlkirin.
Li gor pêşnûmayê polêsê Îsraîlê di lêpirsînên der barê kesên girîng da delîlên bi dest xistiye bi tenê dikare pêşkêşî Serdozgeriyê bike. Polêsê Îsraîlê bi tenê der heqê jêpirsînên der barê welatiyên ji rê za da dikare pêşniyazên xwe ji Serdozgeriyê ra bibêje lê weşandina wan jî qedexe ye.
Li gor destûrnameya nav parlementoya Îsraîlê ji bo ku pêşniyazeke qanûnî wek qanûn bi cih bibe lazim e di sê rûniştinên ji hev cihê da bê erêkirin û heke piraniya rayan hilde wê demê tê qebûlkirin.