İbrahim Atmaca
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ANKARA
Li Hindistanê kerên ku li kampusa girtîgehekê çêriyan, 4 rojan avêtin zindanê.
Li gor nûçeya New Delhî TVyê, li Jalauna navçeya eyaleta Uttar Pradeshê 8 kerên ku di kampusa hebsekê da çêriyan bi destê raydearên hepsê hatin desteserkirin. Rayedaran 4 rojan ser hev ker avêtin zindanê.
Polêsê zindanê RK Mîşra daxuyanî da û got: "Keran li ser eraziyê zindanê zirar dan hin nebatên bêhemta. Me berî niha jî ji xwediyên heywanan ra gotibû ku miqatî kerên xwe bin û nehêlin ku têkevin eraziyê zindanê, lê wan guh neda gotinên me. Me ji ber vê ker desteser kirin.
Siyasetmedarekî herêmê piştî ku perê ziyana nebatan da, kerên li zindana Jalaunê hatin berdan.