Önder Beyter
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li paytext Moskovayê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kom bû.
Di daxuyaniya ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê da hat diyarkirin ku Barzanî bi vexwendina fermî ya Pûtîn beşdarî merasima eskerî ya ku li Meydana Sor a Moskovayê ji bo 9ê Gulanê Cejna Serkeftinê hat lidarxistin, bû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku piştî merasima eskerî, Pûtîn û Barzanî hevdîtineke dualî pêk anîn û li ser rewşa mewcûd a peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê û herwiha dahatûya wê, axivîn.
Hat diyarkirin ku aborî û enerjî di serî da Pûtîn ji bo hemû qadan piştevaniya xwe ya seba gelê Herêma Kurdistanê anî ziman.
Hat gotin ku Barzanî jî ji ber vexwendin û mazûvaniya li Moskovayê, spasiya Pûtîn kir û destnîşan kir ku ew ê li Herêma Kurdistanê ji bo projeyên Rûsyayê her cure asankariyê bikin.