Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
MOSKOVA
Serokê Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn û Serokdewletê Filîstînê Mehmûd Ebbas, li ser "Îddiaya ku dê Amerîka Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas bike" axivîn.
Li gor daxuyaniya Kremlînê Pûtîn û Ebbas di axaftina telefonî de pirsgirêkên Rojhilata Navîn, statuya Qudsê û geşedanên dawîn nirxandin.
Hat ragihandin ku Pûtîn di axaftinê de wiha gotiye: "Rûsya, piştgiriyê dide wê yekê ku statuya Qudsê jî di nav de ji bo hemû mijarên biqîşan hevdîtinên rasterast di navbera Filîstîn û Îsraîlê de bên destpêkirin."
Di axaftinê de herwiha Pûtîn û Ebbas behsa giringiya peymana di navbera Hemas û Fethê de de jî kirin.