Haydar Şahin
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
ANKARA
Qasidên xwebexş ên ku di kordînasyon û hevkariya TÎKAyê da hatin Gîneyê pansiyona ku kêmendam tê da dimînin a li Konakriya paytext ziyaret kirin û tevlî xebatên temîrata revîrê bûn
Di çarçoveya "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Efrîqayê ya 2017an" da ya bi kordînasyona Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) tê amadekirin koma ku hatibû Gîneyê dest bi xebatên xwe kir.
Komê li bajarê Konakriyê pansiyona ku di sala 1978an da ji bo kêmendaman hatibû çêkirin ziyaret kir. Qasidên xwebexş malbatên li pansiyona bi navê "Sîteya Piştevaniyê" ziyaret kirin, bi gelê herêmê ra axivîn, pifik û şekir li zarokan belav kirin. Qasidên xwebexş bi zarokan ra lîstin, alîkariya xurek, kirtasiye û kincan dan muhtacan.

Xwebexşên TÎKAyê tevlî xebatên tedîlata revîra pansiyonê bûn. Ji ber ku şiliyeke gur dibarî xebatên tedîlatê di hûndir da hatin kirin.
Xwendekarên xwebexş bi rayedarên Ofîsa Kordînasyona Bernameyê ya li Konakriyê ya TÎKAyê û Ofîsa Konakriyê ya THYê ra di şîvê da hatin ba hev.
Qasidên TÎKAyê Kordînatoriya Gîneyê ya Weqfa Mearifê ya Tirkiyeyê û Zanîngeha General Lansana Conte Sonfoniayê ziyaret kirin û agahî sitandin.

- "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Efrîqayê ya 2017an"
Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Efrîqayê ya 2017an" a di kordînasyona Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) û alîkariya Weqfa Ciwaniya Tirkiyeyê, Komeleya Ciwanan a Navneteweyî, Cemiyeta Belavkirina Ilim, Weqfa Siyasaliyan, Weqfa Dinyaya Teze, Komeleya Qelemê, Komeleya Ciwaniyê ya Anadoluyê, Yekîtiya Xwendekarên Anadoluyê û Komeleya Lêkolînên Civakî û Zanistî ya Perwerdeyê û saziyên civaka sivîl va tê amadekirin.
Xwendekarên ji 200 zanîngehan ewê di çarçoveya bernameyê da herin 18 welatên wek Urdin, Sûdan, Tûnis, Etiyopya, Somalî, Tanzanya, Kenya, Senegal, Gîne, Kamerûn, Nîjer, Çad, Burkîna Faso, Gana, Uganda, Libya, Cezayîr û Libnanê.