Abdullah Tel
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
CHICAGO
Li Chicagoya bajarê Emrîkayê çalakiya li dijî nijadperestî û nefretê hat organîzekirin.
Ji ber avahiya Plazaya Federal çalakiyê dest pê kir û ji hezarî zêdetir kes tevlî çalakiyê bûn.
Çalakvanan li hemberî nûnerên bi dehan komên ji hev cihê cihê qala bûyerên nijadperestî û nefretê yên ku di demên dawîn da zêde bûne kirin.
Di çalakiyê da axêveran bal kişand ser "azadiya îfadeyê" ya yek ji prensîbên Emrîkayê ye û ragihandin ku ev prensîb ji bo gotinên nijadperestiyê heq nade tu kesî.
Hat gotin ku çalakiyên nefretê û bûyerên nijadperestiyê yên li welêt diqewimin ji bo welatiyên reşik, misilman û komên din talûkeyan zêdetir dikin.
Meşa bi çalakiyê dest pê kir heta ber Trump Towerê dewam kir û beşdaran pankartên ku sloganên wek "Jiyana misilmanan jî biqîmet e", "Emê li hemberî nijadperestiyê têbokişin", "Li vê derê ji nefretê ra cih tuneye" hatibûn nivîsandin bilind kirin û dirûşmên wek "Ji Ku Klux Klanê ra(KKK), ji Trump ra, ji Emrîkayeke nijadperest ra na" û "Nefretkirin tuneye, tirs jî, Naziyî hûn qet bi xêrnehatin vir" berz kirin.
Polêsê bajêr jî li derdorê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.