Abdullah Tel
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2020
Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Evdirehman El Sanî diyar kir ku li Rojhilata Navîn ser û sedemê pêvajoya aştiyê ya naçe serî Îsraîl e û destnîşan kir ku ew hemû rê û peymanên navneteweyî tune dihesibîne.
El Sanî bi pergala vîdeokonferansê beşdarî 9emîn Foruma Hevkariya Çîn-Erebê ya ku di asta wezîran da civiyan, bû. Di konferansê da li ser qeyrana Libya, Yêmen û Sûriyeyê dewam dike hat sekinîn.
Di axaftina xwe ya ji ser vîdeokonferansê da El Sanî got: "Li herêmê ji rûyê Îsraîlê va pêvajoya aştiyê rastî astengiyan tê lewra ew hemû peyman, rê û rêgezên navneteweyî tune dihesibîne."
El Sanî bal kişand ser pirsgirêka Filistînê û diyar kir ku ev mijar ji berê va di rojeva Çîn û alema Ereban da cih digire û got ku pêk hatina îstiqrarê û pêşeroja dinyê girêdayî aştiyê ye.
Foruma Hevkariya Çîn-Ereb di sala 2004an da ji bo di qada aborî, siyasî, çandî û têkîliyên navneteweyî da hevkarî pêk bê hatibû avakirin.