Şerife Çetin
18 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2024
Qesra Spî daxuyand ku testa Kovîd-19yê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden pozîtîf derket.
Berdevka Qesra Spî Karîne Jean-Pîerreyê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hat gotin Biden berê aşiya Kovîd-19yê li xwe xistibûye, ji ber vê nexweşiya wî sivik e û ew ê li Delawareyê îzole bimîne.
Hat daxuyandin ku Biden piştî çalakiya li Las Vegasê test daye kirin û testa wî ya Kovîd-19yê pozîtîf derketiye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Biden wê li Delawareyê wezîfeya xwe bidomîne û Qesra Spî jî wê der barê rewşa Serok ya rojane da her tim agahiyan parve bike.
Nivîsa doxtorê Biden jî hat parvekirin.
Di nivîsê da hat gotin ew ji ber enfeksiyona qirikê hatiye, agirê wî û nebza wî normal e, Biden "Paxlovîd"ê bi kar tîne û ew ê ji civakê dûr bisekine.