17 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
QUDS
Qudsa Rojhilatê ku nîv esr e di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye, niha jî bi dorpêçê ra rûbirû dimîne.
Li Qudsê li texma Bajarê Kevn ku Mescida Eqsa jî tê da ye, ev 4 roj in îzna çûyîn û hatinê tuneye. Polêsê Îsraîlê hemû deriyên bajêr girtine û nahêle ku xêncî niştecihên vir, kesek derbasî hundir be.
Miletê ku tûşî rêbiriya polêsê Îsraîlê tê, nikare nêzîkî deriyên Mescîda Eqsayê bibe. Li bajarê ku dikan girtî ne, li serê her kuçeyekî polêsên Îsraîlê hene.
Hejmarek hindik misilmanên ku karibûn xwe bigehînin ber deriyê Mescida Eqsayê jî, dedektorên lêgerînê yên elektronîk û metal ên ku bi destê Îsraîlê hatine sazkirin, protesto dikin û derbasî hundir nabin.
Polêsê Îsraîlê car caran bi tundî midaxaleyî kesên ku li ber deriyên Eqsayê nimêja xwe dikin, dike.
- Cemaeta misilman li derva, xwecihiyên cihû jî li hundir in
Hêzên îsraîlê duhê ji ber ku ji amûrê lêgerînê derbas nekirin, midaxaleyî cinazeyê ku bona nimêjê anîbûn Eqsayê, kirin û herwiha di midaxaleyê da gelek kesî derbe xwaribû, gelek jê jî hatibûn binçavkirin.
Ligel vê yekê, bi sedan filîstînî di orta herdu deriyên vekirî yên Mescida Eqsayê kom bûn, sepana lêgerîna dedektorên metal protesto kirin. Heman komê nimêja xwe jî li dervayî sûrên Eqsayê kir.
Xwecihiyên cihû jî mîna berê, ligel refaqeta poplêsê Îsraîlê dikevin hewşa Eqsayê.