25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Li Almanyayê çalakiyên tund ên piştgirên YPG/PKKya rêxistina terorê zêde dibin lê meqamên Alman li hemberî van kirinên rêxistinia terorê bê deng dimîne û xema wan nîne.
Alîgirên YPG/PKKê ji 9ê Cotmehê ku Tirkiyeyê Herekata Kaniya Aştiyê da dest pê kirin vir va li seranserê Almanyayê çalakî li dar xistin û êrîşî ser dikan, mizgeft û navendên çandê yên Tirkan kirin.
Di wan êrîşan da 1 jê giran 15 welatiyên Tirk birîndar bûn û Tirkiyeyê hişyarî da Almanyayê ku bila li hemberî rêxistina terorê tewdîran zêde bike û ji bo parastina civaka Tirk û saziyên wan tewdîrên berfireh hilde.
- Îstixbarata Almanyayê bi tenê mêze dike
Teşkîlata Parastina Makezagonê (BfV) ya ku saziya îstixbarata navxweyî ya Almanyayê ye di raporên demên dawîn weşand da ragihand ku YPG/PKK her diçe çalakiyên tund zêde dike û qadroyên lîder ên rêxistinê bi taybetî jî ciwanan teşwîqî tundiyê dikin.
Li gor reqamên fermî sûcên ku endamên YPG/PKKyê di sala 2018an da tevlî bûn li gor pêrar ji sedî 80yî derbas bû û bû hezar û 873. Li gor îstatîstikên polêsan ji wan sûcan 305 heb rasterast çalakiyên tundiyê ne.
Li gor rapora 2018an a BfVê li Almanyayê nêzî 14 hezar û 500 endamên PKKya rêxistina terorê hene.
Almanya ji bo rêxistina terorê ji cihên propagandaya rêxistina terorê tê kirin, alîgir tên temînkirin û pere tê berhevkirin yek e.
- Ji Almanyayê şervanan dişîne
Îstixbarata Almanyayê temînkirina endaman, kar û xebatên PKK û YPGya baskê wê yê Sûriyeyê jî ji nêz va dişopîne.
Di rapora BfVê ya li ser malpera wê ya înternetê da tê gotin ku YPG/PKK bi malperên înternetê yên di demên dawîn da vekiriye, ji ser hesabên medyaya civakî û bi mihrîcanên li seranserê Almanyayê organîze dike va dixwaze ciwanan hilde bin tesîra xwe û wan tevlî rêxistina terorê bike.
Di raporê da tê gotin ku di demên dawîn da ji Almanyayê herî kêm 250 kes ji bo şer kirinê ber bi Iraq û Sûriyeyê va hatin şandin û qismek ji wan jî li wan deran mirin.
- Qendîl, rêxistinbûna li Almanyayê birêva dibe
Alîgirên YPG/PKKê kar û xebatên xwe di bin dilqê komeleyên çandê da li Almanyayê birêva dibin û xwe mîna aştîxwazan nîşanî raya giştî didin û xwe wekî rêxistinên demokrat didin nasandin û li dijî Tirkiyeyê propagandayê dikin.
Li gorî rapora BfVê hêzên PKKya rêxistina terorê li Almanyayê di nav rêxistinbûneke hiyerarşîk da tevdigerin û ji emr û fermanên Qendîl dide dernakevin.
- 15 milyon ewro berhev kirin
Li gor rapora îstixbarata navxweyî ya Almanî rêxistina terorê bi kampanyayên alîkariyê yên di sala 2018an da li seranserê Almanyayê organîze kir va herî kêm 15 milyon ewro berhev kir.
Bi qinaeta pisporên ewlehiyê va rêxistina terorê bi berhevkirina xeracê, qaçaxçîtiya hişbir û tiryakê, paqijkirina pereyê dereqanûnî va ji vê zêdetir pere berhev dike û wisa tê texmînkirin ku dahata salane ji 40 milyon ewroyî zêdetir e.
Rêxistina terorê Almanyayê wek 9 herêmên sereke û 31 herêmên girêdayî van herêmên sereke parve kiriye û bi kesên li van deran wezîfedar kiriye jî kar û barên xwe didomîne.
- Pirî caran ji lêpirsînan tu encam dernakeve
Meqamên Alman li hemberî kar û xebatên PKKya ku ji sala 1993an vir va li welêt qedexeye lêpirsînên bi tesîr birêva nabin û pirî caran jî li alîgirên rêxistina terorê cezayê pere dibirin û bi cezayên sivik jî wan serbest dihêlin.
Serdozgeriya Federal di navbera sala 2011 û 2017an da bi tenê ji bo 387 endamên PKKyê ji ber endamtiya rêxistina terorê, li rêxistina terorê xwedî derketin û alîkarî dayînê va lêpirsîn da destpêkirin û piraniya wan lêpirsînan jî bi cezayên sivik va bi dawî bûn.
Di demên dawîn da bi tenê ji bo 11 rayedarên payebilind ên PKKyê di navbera 2 sal û 6 meh û 4 sal û 6 mehan da cezayê hepsê hat dayîn.