Önder Beyter
15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê li "herêma kêmkirina şer Îdilbê" hêzên rejima Beşar Esed li navçeya Latemneyê êrîş bir ser xelkê sivîl ê ku piştî nimêja cejnê çûbû ziyareta merzelan. Di êrîşê da 2 sivîl hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîlan li Hemayê Ehmed Newrozî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku hêzên rejima Beşar Esed li navçeya Latemneyê bi fuzeyê va êrîş bir ser xelkê sivîl ê ku piştî nimêja cejnê çûbû ziyareta merzelan.
Newrozî wiha axivî, "Di êrîşa li navçeya Latemneyê ku di nava herêma kêmkirina şer Îdlibê da ye da 2 sivîl hatin kuştin, 4 jê jî birîndar bûn."
Hat ragihandin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li rojavayê bakurê Sûriyeyê, parêzgeha Îdlib û dewrûbera wê ya ku di kontrola mixalifên eskerî û komên dijî rejimê da ye, di civîna Astanayê ya 4-5ê Gulana 2017an da wekî "herêma kêmkirina şer" hatibû ragihandin. Lêbelê rejim û carinan jî Rûsya li dijî herêmê ji asîman êrîşên xwe didomînin.