Önder Beyter
15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara sepandina 50 milyar dolar baca gumrikê li ser berhemên teknolojîk ên ku ji Çînê tên îdxalkirin, pesend kir.
Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku ji ber sedemê "diziya teknolojî û mulkiyeta fikrî û sepanên ne adil ên Çînê" ew ê ji sedî 25 bacê bidin ser hin berhemên ku piraniya wan yên teknolojîk in.
Trump di daxuyaniya xwe da wiha got, "Hevaltiya min a bêhempa ya bi Serokê Dewleta Çînê Şî ra û peywendiyên welatê me bi Çînê ra ji bi min pir girîng in. Lêbelê bazirganiya di navbera miletên me da ev demeke pir dirêj e ne adil e. Em nikarin vê rewşê bidomînin."
Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê (USTR) lîsteya dawîn a berhemên ku wê baca gumrikê li ser wan were sepandin, eşkere kir.
Di lîsteya ku sektorên Çînê yên parastin, hewagerî û îmalatê kirine hedefa xwe da qedera 1100 berhemên cuda yên wekî reaktorên nukleerê, turbînên xazê, makîneyên ronkirina hewa û xazê, firin, firaqşoyên bazirganiyê hene.
Di daxuyaniya USTRê da hat ragihandin ku ji bo 800 cure berhemên ku di lîsteyê da hene dê ji 6ê Tîrmeha 2018an şûnda ji sedî 25 baca gumrikê ya îlawe were sepandin.