Elif Orhan
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
Di êrîşa ku li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed birin ser cihê bazarê ya li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da li gor tespîtên ewil 10 sivîl mirin û 25 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê yên ku ji artêşa rejimê û komên terorîst ên biyanî yên ku Îran piştgiriyê dide wan pêk tê êrîş birin ser Kefrenbîl, Marratînnuman, Seraqiba navçeyên Îdlibê û gundê Xan es Subula di nav sînorên "Hêrêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" û Kefer Zîtaya navçeya Hamayê. Di êrîşa li Marratînnumanê da sivîlek mir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî û nexweşxaneyê hatin sitandin di êrîşa li navçeya Kefrenbîlê ya li ser cihekî bazarê da li gor tespîtên ewil 10 sivîl mirin û 25 sivîl jî birîndar bûn.
Ekîbên Parastina Sivîlan (Baretspî) xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin. Ditirsin ku jimara mirî û birîndaran zêde bibe.
Di êrîşên rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê didê û Rûsyayê yên meha adarê da bi tevahî 135 sivîl mirin. Hêzên rejimê li Îdliba di nav "sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da 34, li rojavayê Helebê 16, li çolwarê Hamayê 9 bi tevahî 59 sivîlan Rûsyaya ku piştgiriyê dide rejimê jî bi êrîşên asîmanî 76 sivîl kuştin.
Hêzên rejimê digel mutebaqata ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo xurtkirina agirbesta li Îdlibê di 17ê îlona 2018an de li Soçiyê îmze kirin êrîşên xwe didomîne. Di çarçoveya peymanên Astanayê da berpirsyariya Rûsyaya ku xerantorê rejima Esed e heye ku beriya êrîşên rejimê bigire.