24 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
ŞAM
Di dema hevdîtinên Cenewreyê yên li Sûriyeyê da rejima Beşar Esed li Sûriyeyê di ser herêmên mixalifan da bombeyan dibarîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Yusiv Harestawiyê endamê kordinasyona herêmî sitand, teyareyên artêşa Sûriyeyê li Harestayê bombeyên napalmê yên ku dişewitînin di ser ciyên sivîlan da barand.
Di bombebaranê da gelek kes birîndar ketin, di avahiyên ku bombeyên napalmê jê girtin da şewat çêbû û avahiyan zirar dît.
3 hezar malbatên ku ji texma Kabûnê ya ku rejimê di 19ê sibatê da bombe di ser da barandibû revîbûn jî li Harestaya li rojhilatê Şamê sitar bibûn.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rejimê ji destê sibê virda 18 êrîşên ji hewayê bire ser Deraya di destê mixalifan da ye. Ji van êrîşan 10 heb birin ser navenda Derayê, 8 êrîş jî birin ser Busra eş-Şamê.
Rayedarên parastina sivîlan gotin ku di êrîşan da 10 kes mirin. Di êrîşan da li Derayê 22, li Busra eş-Şamê 15, li Cîzayê jî 2 kes birîndar ketin.
Li Sûriyeyê di 30 berfanbara 2016an da di garatoriya Tirkiye û Rûsyayê da di navbera aliyên ku şer dikin da agirbes hatibû îlankirin.