Haydar Şahin
22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
IDLÎB
Rejima Esed a ku îxlalkirina agirbestê didomîne ji hewayê êrîşî Maaret el Misrîna bajaroka Îdlibê kir û di êrîşê da 7 sivîl mirin.
Yehya Cewadê ji rayedarên parastina sivîlên Maaret el Misrînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyeke artêşa Sûriyeyê bombe di ser Maaret el Misrîna di destê mixalifan da ye da barand.
Cewad destnîşan kir ku di bombebaranê da 7 sivîl mirin, 12 siv,l birîndar ketin, li herême di gelek xaniyan da zirar çêbû.
Li Sûriyeyê di 30yê berfanbarê da di garantoriya Tirkiye û Rûsyayê da agirbes hatibû îlankirin.