HATAY
Li Sûriyeyê 3 sal e şerê navxweyî dewam dike. Ji ber şer gelek bajarên Sûriyeyê wêran bûn.
Bajaroka nêzîkî sînorê Tirkiyeyê Teftenaza ku demeke dirêj e jîngeha miletekî bû û lê zêdetirî 30 hezarî mirov dijiyan niha wêran bûye. Hemû avahiyên bajarokê hilweşiyane û bajarok hatiye terikandin.
Berpirsiyarê yekeya çapemeniyê yê Weqfa Însanî ya ÎHHyê Serkan Nergis daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew şahidiya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê diqewime dikin û bi çavê xwe dibînin ku Sûriye di nav sê salan de ser û bin bû û niha tu kes lê najî.
Nergis îfade kir ku ji ber şerê navwxeyî yê Sûriyeyê gelek kes mirin, bi hezaran kesî malên xwe terk kirin, kesên ku mal û milkên xwe terk kirine niha di avahiyên ji hevketî û konan de dijîn.
Nergis destnîşan kir ku bajaroka Teftenazê jî herêmek ji herêmên wêranbûyî ye û wiha dewam kir: "Berî şerê navxweyî li herêmê 30 hezarî zêdetir meriv dijiyan lê niha serjimara herêmê daketiye bin hezarî. Heta demeke daketibû bin 500î. Gelê bajarokê niha di konên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê de dijîn."
Nergis got ku li bajaroka Teftenazê bombeyên warîlê avêtine goristanan jî û dubare kir ku ji ber êrîşên hêzên rejimê xanî, avahî, mizgeft û dibistanên herêmê jî wêran bûne.
Nergis da zanîn ku yekîneyên Weqfa Însanî ya ÎHHyê gelê Teftenazê tenê nahêle û hêj jî alîkariya betanî, xwarin û cil û bergan dide gel.