29 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
LEFKOŞA
Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr ragihand ku korsanê asîmanî yê ku balafira Rêhewayên Misirê ya ku ji Îskenderiyê diçû Qahîreyê revand, hat qefaltin û rêwiyên mayîn jî xilas bûn.
Balafira ku hat revandin ya Rêhewaya Misrê ye û ji Îskenderiyeyê diçû Qahîreyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Hewakariya Sivîl a Misrê hat dayîn jî hat gotin rêwiyekî îdia kiriye ku li ser wî bombe heye û pîlotê balafirê Omer el-Gammal tehdît kiriye û bi zorê balafir pê daniye Larnakayê.
El-Gammal piştî ku cab daye rayedaran, balafir li Balafirgeha Larnakayê daniye.
Rêhewaya Misrê daxuyand ku di balafira Aîrbus 320 tîpiyê da 81 rêwî hebûn. Hejmara rêwiyan beriya vê daxuyaniyê wek 55an hatibû eşkerekirin.
Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr ragihand ku korsanê asîmanî yê ku balafira Rêhewayên Misirê ya ku ji Îskenderiyê diçû Qahîreyê revand, hat qefaltin û rêwiyên mayîn jî xilas bûn.