Burak Dağ
01 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2024
Li Xezeya ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê herî kêm 9 hezar û 100 zarok lê hatin kuştin, derket holê, eskerekî Îsraîlê dergûşeke ku dît ya tê texmînkirin malbata wê hatiye kuştin, revand Îsraîlê.
Shahar Mendelsonê hevalê eskerê Îsraîlî Harel Itah ê ji Radyoya Artêşa Îsraîlê ra axivî, diyar kir ku Itah, dergûşeke qîzîn a Filistînî bir Îsraîlê ku li Xezeyê di malekê da li ser girîna wê, rastê wê hatibû.
Mendelson destnîşan kir, Itahê hevalê wî yê ji ber birînên xwe yên ku li bakurê Xezeyê gihîştibûnê, 30ê Berfanbarê roja şemiyê mir, der heqê wê dergûşê da ya revand cem hevala xwe, agahî dan.
Der heqê aqûbeta dergûşê da agahî nehat dayîn, lêbelê pêşkêşkar diyar kir, dibe ku malbat û eqrebayên dergûşê hatibin kuştin.
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da herî kêm 9 hezar û 100 zarok, 6 hezar û 500 jin, bi tevahî 21 hezar û 822 Filistînî hatin kuştin û 56 hezar û 451 kes jî birîndar bûn.