BERLÎN
Wezîrên Karên Derve Ahmet Davutoglu û Wezîrên Karên Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer hatin li bal hev. Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê hat li darxistin û Davutoglu ji bo Sûriyeyê bangî civaka navneteweyî kir.
Davutoglu wiha axivî:
"Ev trajediyeke mirovahiyê ye. Gelek sûcên mirovahiyê tên kirin. Di vê mijarê de bêdengmayîna civaka navneteweyî nayê qebûlkirin. Meseleyeke ku li herêmên sîvîl çekên kîmyewî tên bikaranîn, bombeyên warîlê tên avêtin, fuzayên Scudê tên bikaranîn bila tu kes nebêje ku ev mijareke navxweyî ye."