SANA
Lijneya ku ji bo derbasî sîstema federal bibe di bin serokatiya Serokomarê Yemenê Abdurabbu Mansur Hadî hat avakirin, biryar da ku welêt bibe 6 herêm.
Li gor agahiyên ku hatin bi destxistin, piştî hevdîtinan lijneyê biryar da ku 4 herêm li bakur û 2 herêm jî li başur, bi tevahî welêt dê bibe 6 herêman. Ji bilî endamên Tevgera Başur ên cudaxaz hemû endaman ev biryar qebûl kir.