ÎDLÎB
Li Sûriyeyê hêzên rejimê roja ewil a eydê li bajarê Îdlîbê bi roket û hawanan ve du êrîş kirin. Di êrîşan de 27 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nexweşxaneyên li Maarra Misrîna navçeya Îdlîbê, di êrîşan de 16 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber eydê bazar qerebalix bû û êrîş li vê derê hat kirin.
Ji hêla din Tariq Aluşê ku di tîma parastina sîvîlan de dixebite jî daxuyand ku li herêma Cebel ez-Zaviyeyê jî êrîşek çêbûye û wiha axivî: "Balafirên şer du bombeyên warêlê avêtin bajaroka Orom el- Cozê. Di van êrîşan de 11 kes mirin û 20î zêdetir jî birîndar bûn."
Aluş gor ku rewşa hin birîndaran giran e û hejmara miriyan dibe ku zêde bibe.