Türkan Tosun
28 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Rojnameya Makor Rîshonê ya nêzîkî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ye maqaleyeke Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan hedef nîşan dide, weşand.
Di maqaleya bi navê "Siltan û Silêman" a ji hêla Pazît Rabîn va hatiye nivîsandin da der barê Fîdan da hin îdiayên bêbingeh hatin kirin.
Di maqaleyê da hat gotin Fîdan û Generalê Îranî Qasim Silêmanîyê serê mehê ji hêla Amerîkayê va li Iraqê bi êrîşeke esmanî va hatibû kuştin dişibin hevdu.
Hat gotin Fîdan û Silêmanî herdu jî ji bo welatê xwe li Iraq û Sûriyeyê şer û pevçûnan dimeşînin.
Kuştina Qasim Silêmanî hat bibîrxistin û hat gotin niha dem hatiye li ser komployên Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan ê ku cêwiyê Silêmanî ye bê axaftin.