Türkan Tosun
28 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Dakara paytextê Senegalê bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin.
Serokomarê Senegalê Macky Sall li Qesra Serokomariyê Erdogan pêşwazî kir.
Piştî sirûda herdu welatan hat lêxistin Erdogan silav da eskerên merasimê.
Erdogan û Sall destê hevdu girtin, rojnamevanan jî wêneyê wan kişand.
Paşê hevdîtinê dest pê kir.