Abdullah Tel
29 Tebax 2018•Rojanekirin: 30 Tebax 2018
PEKÎN
Saziyên mafên mirovan ji ber xizmeta lêgerînê ya bi sansur ku şirketa înternetê ya Amerîkayî Google plan dike li Çînê bike rewacê hişyarî dan û xwestin bila dev ji planê berde.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas jî di nav da ji 10î zêdetir saziyên mafên mirovan bi hevkarî ji Serêvebirê Googleyê Sundar Pîchaî ra name şandin.
Di nameyê da saziyên rêxistinên mafên mirovan xwestin ku bila şirketa Googleyê dev ji wê xizmeta lêgerînê ya bi sansur ku dixwaze li Çînê bike rewacê, berde.
Saziyan bi bîr xist ku ew projeya bi navê "Dragonfly"ê ya ku wê bê sepandin berevajiyê berpirsyariyên bingehîn ên mafên mirovan ên şirketa Googleyê ye.