09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 10 Mijdar 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên esmanî yên Rûsyayê yên li ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da zarokek hat kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.
Mala çavdêriya balafiran ya mixalifan ragihand ku Rûsyayê duh bi şev êrîşên esmanî birin ser navçeya Cisîr Eş Şuxur, bajeroka El Neyrebê û gundên Şêx Mistefe, Reqaya, Bidama û Kebîne yên di nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ne.
Di agahiyên ji rayedarên Parastina Sivîl (Kum Spî) hat hildan di êrîşa hewayî li ser bajaroka El Neyrebê di kampa konekê da ji zarokek hat kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.
Ji serê vê hefteyê vir va hejmara sivîlên di êrîşên esmanî da hatin kuştin gihîşte 9an.

Di hefteyekê da ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 25 kes hatin kuştin.
Rejim bi alîkariya piştgirên xwe digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Ji herêma navborî ji mitabaqata Îdlibê ya di 17ê îlona 2018an da hat îmzekirin vir va nêzî milyonek sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.