25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
ANKARA
Piştî ku di cotmehê da sînorê asîman binpê kir, Rûsyayê ji Tirkiyê lêborîn xwestibû. Rûsyaya ku soz dabû dê bûyer dubare nebe, soza xwe neanî cih.
Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê, duhê digel ku di nava 5 deqeyan da 10 carî hat hişyarkirin jî, SU-24 firokeya şer binpêkirina xwe domandibû û 2 F-16 firokeyên Tirkiyeyê yên ku li herêmê dewriye digerandin di çarçoveya rêgezên angajmanê da midaxale kiribûn.
Teamulên hiqûqa navneteweyî wî mafî dide welatan ku sînorê xwe yê asîman biparêzin. Li gorî rêgezên ku li tevahiya dinyayê tên qebûlkirin, li dijî firokeyên ku binpêkirinê dewam dikin, mafê her cure bersivdayînê heye.
Tirkiye jî bêyî ku neteweya firokeyan cuda bike rêgezên angajmanê cîbicî dike. Herwisa firokeya ku duhê midaxele lê hat kirin, nasnameya xwe veşartibû û ji ber wê jî neteweya wê diyar nebibû. Piştî bûyerê Rûsya xwedî li firokeyê derketibû.
Di vê çarçoveyê da Tirkiyeyê di 16ê Îlona 2013an da helîkoptereke Sûriyeyê ya ku sînor binpê kiribû, di 23yê Adara 2014an da jî ji ber heman sedemê MÎG firokeya şer a Sûriyeyê xistibûn. Di 16ê Gulana 2015an da jî ji ber ku li Hatayê sînorê asîman binpê kir, firokeyên şer ên Tirkiyeyê li wesayîta asîman a Sûriyeyê dabûn.
Lîsteya Rûsyayê ya binpêkirina sînor qelebalix e
Rûsyayê di 3 û 4ê cotmehê da jî sînorê asîman ê Tirkiyeyê binpê kiribû. Rayedarên ûris ên ku sedema binpêkirinê wekî şertên hewayê îzah kirin, dû re sedema xwe wekî "hewla filitîna ji kilîta radarê" guhertibûn. Dû re heyeteke ûris hatibû Enqereyê û ji Tirkiyeyê lêborîn xwestibû û gotibû ku evê neyê dubarekirin.
Lîsteya binpêkirina sînor a Rûsyaya ku guh neda hişyariyên Tirkiyeyê gelekî qelebalix e. Li gorî daneyên NATOyê jetên ûris sînorê asîmanî yê Estonyayê 6, yê Fînlandiyayê 3, yê Danîmarka û Polonyayê jî carekê binpê kir. Sînorê asîmanî yê Swêdê ji aliyê jetên ûris va di 2012an da 7, di 2013an da 8 û di 2014an da jî 10 carî hat binpêkirin.