26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
ÎDLIB
Hat ragihandin ku Hêzên Asîmanî yên Ûris li başûrê Îdlibê êrîşî navçeya Maaret el-Numanê ku di kontrola mixalifan da ye kirin û 5 sivîl hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên navçeya Maaret el-Numanê hilda, balafirên şer ên artêşa ûris li başûrê Îdlibê êrîşî navçeya Maaret el-Numanê ku di kontrola mixalifan da ye kirin.
Rayedaran got ku di êrîşê da 5 sivîl hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn û xesareke mezin gihîşt herêmê.
- Rûsya li sivîlan dixe
Hêzên Asîmanî yên Ûris êrîşên xwe yên li Hums, Heleb, Hama û Îdlibê yên li ser sivîlan didomîne. Heta niha di êrîşan da 263 sivîl mirin. Ev derana di destê DAEŞa rêxistina terorê da nînin.
Balafirên ûris duh êrîşî TIRên ku alîkariya mirovahî dibirin Azeza navçeya Helebê kiribûn. Di êrîşê da 7 kes miribûn, 10 kes jî birîndar bibûn.