Rûsyayê di dengdayîna Konseya Ewlekariyê ya NYyê (KENY) de pêşnûmaya şermezarkirina komkujiya Srebrenîtsayê veto kir. Bi vetoyê ve pênasekirina kiryarên li Srebrenîtsayê ya wekî "jenosîdê" ya ji aliyê KENYyê ve hat astengkirin.
- Di dengdayînê de di lehê pêşnûmayê de 10 deng derketin, Rûsyayê veto kir û 4 endaman jî dengê xwe diyar nekirin
Di dengdayînê de 10 welatî di lehê pêşnûmayê de deng dan. Çîn, Nîjerya, Angola û Venezûelayê jî dendê xwe diyar nekirin. Lêbelê ji ber vetoya Rûsyayê ya ku endamekî daîmî yê konseyê ye, pêşnûma hat redkirin. Bi vî hawî pênasekirina kiryarên li Srebrenîtsayê ya wekî "jenosîdê" ya ji aliyê KENYyê ve hat astengkirin.
- Li Srebrenîtsayê çi qewimî bû?
Li Bosnayê di dema şer de yekîneyên sirb yên girêdayî Ratko Mîladîç di 11ê Tîrmeha 1995an de Srebrenîtsaya ku NYyê wekî herêma ewle îlan kiribû, dagir kir. Li ser dagirkirinê leşkerên Hollandî yên girêdayî NYyê boşnakên sivîl ên ku xwe spartibûn wan teslîmî sirban kirin.
Boşnakên ku li otobus û kamyonan siwar kirin û birin daristan, febrîqe û depoyan. Li vir jê 8 hezar û 372 kes bi xûnxwarî qetil kirin. Cenazeyên kesên ku hatin qetilkirin, di komgoran de hatin çalkirin.
Cesedê hin kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin hê jî nehatin dîtin.