Îsrailê par 51 roja ser hev êrîş birin ser Xezzeyê û Hanan Abdulgafur wê demê di bin mala xwe ya ku hilweşiya bû da mabû û paşê jê filitî bû.
Abdulgafur digel hemû astengiyan perwerdeya xwe dewam kir û îsal ji lîseyê mezûn bû û di nav xwendekarên filistînîn da notên herî baş ên wî ne.
Abdulgafur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ez ji beşa fenê ya lîseyê mezûn bûm û notên min ji sedî 98 e. Em pir bi vê encamê kêfxweş bûn. Par jî xwîşka min mezûn bû û notên wê ji sedî 99 bûn. Lê ji ber şer em pir şa nebibûn. Em îsal şa dibin."
Abdulgafur diyar kir, piştî ku ew, bavê xwe û diya xwe ji binê xirabeyên mala wan hatin derxistin, wî ji bo jiyanê bêhtir hewl da û wiha dewam kir:
"Em di şert û mercên dijwar da dijîn. Mal havînê pir germ e, zivistanê pir sar e. Digel van zehmetiyan ez hînî vê rewşê bûm û ji bo armanca xwe xebitîm."
Abdulgafur got ku armanca wê ew e ku li Zanîngeha Îslamê ya Xezzeyê de perwerdeya tibê bibînim.
Abdulgafur wiha dewam kir: "Her çend Îsrail roket û bombeyan li wan dibarînin, ew ê bi îlm ser kevin û piştî berxwedanê çeka wan wê bibe îlîm."