Muhammet Kurşun
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
HEWLÊR
Parlamentera Kurd a Êzidî li Meclisa Iraqê Viyan Dexîl, der barê hebûna PKKyê li Şengalê de got: "Van bûyerên dawiyê rûyê rastîn ê PKKyê careke din ji bo xelkê Şengalê derxist holê. PKK ji hemû aliyan ve ziyanê digihîne kurdên êzidî."
Viyan Dexîl, li ser operasyonên li dijî rêxistina terorî PKKyê daxuyanî da malpera resmî ya PDKyê.
Dexîlê behsa zirar û ziyanên PKK digihîne xelkê êzidî kir û bal kişand ser wê yekê ku bi van operasyonên dawiyê ev baştir hatiye fêmkirin.
Dexîlê wiha nirxandin kir:
"Me ji hikûmeta Iraqê re gotiye û me di hemû konferansan de behs kiriye. Heta ku hêza PKKyê li Şengalê be xelkê herêmê nikare vegere mala xwe. Herwiha dewletên din jî arîkariya wan nakin. Şengal jî ava nabe. Lewra arîkarî ji ber PKKyê nagihên ciyê xwe. Ev tiştê ku li Şengalê rû dide hemû di rûyê PKKyê de ye."
Der barê armancên PKKyê de jî destnîşan kir ku, "Eger armanceke PKKyê ya cuda hebe divê bizanibe ku em bi tu awayî qebûl nakin. Em rê nadin ku Şengal bibe baregeha partiya wan. Me ji Iraqê re jî gotiye ku arîkariya wan nekin. Xelkê Şengalê jî îdî dev ji wan berdidin."