Türkan Tosun
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
ANKARA
Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) pêvajoya kontrolê ya ji bo Tirkiyeyê qebûl kir.
Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê di Lijneya Giştî ya Heyama Biharê ya 2017an de li ser rapora "Li Tirkiyeyê Pergala Saziyên Demokratîk" sekinî, ji bo pêşnûmaya biryarê deng hatin dayîn.
Der barê pêvajoya kontrolê ya ji bo Tirkiyeyê 45 dengên dijî, 113 dengên li pişt û 12 dengên bêalî hatin dayîn.
Raportorên Tirkiyeyê yên MPKEyê Marîenne Mîkko û Ingebjorg Godskesen der barê Tirkiyeyê de rapor amade kirin. Di raporê de tê gotin ku li Tirkiyeyê piştî hewldana rêxistina terorî FETO rewşa derasayî hat îlankirin û hin biryarên piştî vê rewşê hatine dayîn tên rexnekirin. Tê gotin ku li Tirkiyeyê xebat û pergala saziyên demokratîk xirab bûne.
Serokê Delegasyona Tirk a MPKEyê û Parlamenterê Edenê yê AK Partiyê Talîp Kuçukcan dijî raporê danezanek nivîsand û got ku di rapor û pêşnûmaya biryarê de gelek xeletî hene, li hember Tirkiyeyê tevgereke cudaker tê nîşandan û heke pêşnûma bê qebûlkirin qîmeta MPKEyê wê di çavê raya giştî ya Tirkiyeyê de nemîne.
Kuçukçan anî ziman ku li hember têkoşîna dijî terorê de MPKE divê piştgiriya Tirkiyeyê bike lewra Tirkiye li hember rêxistinên terorê yên wek FETO, PKK û DEAŞê têkoşînê dide, ev biryarên ku hatine dayîn ji bo van tehdîdan hatine dayîn.