Haydar Şahin
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
BEXDA
Muqteda Sadrê serokê Tevgera Sadr a ku di hilbijartinên Iraqê da raya herî zêde sitand got heke Amerîka an jî Îran midaxeleyî welatê wan bikin ew ê vê tu carê qebûl nekin.
Sadr di daxuyaniya nivîskî da hişyarî da Amerîka û Îranê ku bira midaxeleyî welatê wan nekin û ew ê destûrê nedin tiştekî wiha.
Sadr ji bo Îranê got "welatê ku ji bo berjewendiyên xwe ditirse" û wiha axivî: "Çawa ku em qebûl nakin tu kes tevî karê Îranê bibe bi heman awayî hêviya me ew e ku midaxeleyî karên navxweyî yên Iraqê jî nekin."
Sadr di sala 2007an da li Iraqê li dijî leşkerên Amerîkayê yên li welêt şer îlan kiribû û daxuyaniyên tund dabûn. Sadr vê carê jî ji bo Amerîkayê got "dewleta dagirker" û diyar kir ku ew ê tu carê destûrê nedin midaxeleyên rêveberiya Washingtonê.
Hin partiyên siyasî û alîgiran digotin ku bêyî piştgiriya Îran û Amerîkayê avakirina hikûmetê mimkun nîne, piştî vê Sadr ev daxuyaniya da.
Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DEAŞê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê rojekê piştî hilbijartina ku di 12ê gulanê da hat kirin hat Bexdayê, pêşiyê bi Selîm Cuburiyê Serokê Meclisê ra paşê jî bi Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û partiyên siyasî yên din ra hatibû ba hev.
Hatibû îdiakirin ku di heman dema ziyareta McGurk da Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê piştî hilbijartinê hat Bexdayê û bi partiyên siyasî ra ji bo avakirina hikûmetê hat ba hev.