Abdullah Tel
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
WASHINGTON
Li gor rapora Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di operasyonên ku Amerîkayê seranserê sala 2017an li çar aliyê dinayê li dar xist da 499 sivîl hatin kuştin û 169 sivîl jî birîndar bûn.
Lê ferqa di navbera daneyên rapora Pentagonê û rapora ku çavkaniyên serbixwe amade kirine da, balê dikşîne.
Pentagonê rapora ku ji bo sivîlên di operasyonên Amerîkayê yên li dervayê welêt da can danbûn, pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kir û hûrgiliyên raporê jî derketin meydanê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump sala xwe ya ewil a li ser wezîfeyê temam kir û di raporê da hat eşkerekirin ku di operasyonên Amerîkayê yên sala ewil a Trump da li dervayê welêt hatin lidarxistin da 499 sivîl hatin kuştin, 169 sivîl jî birîndar bûn û der heqê ji 450yî zêdetir sivîlan da jî lêkolîn hê dewam dike.
Di raporê da hat gotin ku li Iraq û Sûriyeyê dijî DEAŞê, li Yêmenê dijî El Qaîdeya Nîvgirava Ereban û li Efxanistanê jî dijî DEAŞ û Talibanê operasyon hatin kirin.
- Li Rojhilata Navîn û Efxanistanê êrîş zêde bûn
Li gor raporê di sala ewil a Trump a li Qesra Spî da Amerîkayê êrîşên xwe yên li Efxanistan, Iraq, Sûriye, Yêmen û Somaliyê zêde kir û yên li Libyayê jî kêm kir. Di sala 2016an da Amerîkayê hezar û 337 êrîş û di sala 2017an da jî 4 hezar û 361 êrîş li Efxanistanê li dar xist. Li Iraq û Sûriyeyê jî pêrar 30 hezar û 743 êrîş û par jî li heman welatan 39 hezar û 577 êrîş hatin lidarxistin.
Ev rapor ji ber biryarnameyeke serokatiyê ku Barack Obama di sala 2016an da derxistibû, tê amadekirin û tê payîn ku her sal di 1ê gulanê da bi raya giştî ra bê parvekirin.
- Ferqa di navbera daneyên raporan da balê dikşîne.
Ji hêla din va ferqa di navbera daneyên rapora Pentagonê û rapora ku çavkaniyên serbixwe amade kirine da, balê dikşîne. Bi taybetî jî çavkaniyên serbixwe ji bo ferqa di navbera daneyan da dibêjin ku Amerîka jimara sivîlan kêmtir nîşan dide.
Di operasyonên li Sûriye û Iraqê ku koalîsyona pêşîkêş Amerîka ye û di navbera sibata 2017an û sibata 2018an da li darxistin da 640 sivîl hatibûn kuştin lê bi tenê 499 kes di raporê da hatin dayîn û ev yek jî hev nagire.
Di rapora ku koalîsyonê mehane eşkere kir da di rêbendana sala 2017an da 199 sivîl hatine kuştin, di rapora heman mehê ya sala 2018an da jî ev reqam derketiye 841 kesî. Di rapora duh hat eşkerekirin da jî hat gotin ku heta nîsana sala 2018an hejmara sivîlên hatine kuştin gihîşt 892 kesî.
- Li gor çavkaniyên herêmî hejmara sivîlên hatine kuştin zêdetir e
Malpera înternetê ya bi navê "Airwars"ê ku ji çavkaniyên herêmî yên li Sûriye û Iraqê der barê sivîlên tên kuştin da agahiyan berhev dike û wan diweşîne. Malperê operasyonên Amerîkayê yên li dervayê welêt ên di sala 2017an da wek sala "herî bixwîn" binav kir.
Di raporên Airwarsê weşandin da hat ragihandin ku hejmara sivîlên di operasyonên koalîsyona bi pêşîkêşiya Amerîkayê da hatin kuştin li gor pêrar ji sedî 200 zêde bû. Lewra di sala 2017an da jimara sivîlên li Iraq û Sûriyeyê hatin kuştin di navbera 3 hezar û 923 û 6 hezar û 102 kesî da ye.