Salvegera 35emîn ya Şoreşa Îslamî ya Îranê li her cihê welêt hat pîrozkirin. Welatî bi dirûşmên "Bimre Amerîka" û "Bimre Îsraîl" ve ber bi Qada Azadiyê ya ku li Tehrana paytexta Îranê meşiyan.
Piştî meşê bi hezaran welatî li Qada Azadiyê civiyan û pankartên ku li ser "Em li heviya vebijarkên li ser masê ne" û "Em ji bo şerê mezin amade ne" hatibûn nivîsandin vekirin.
Welatiyan bi xwendina Qur'anê ve dest bi çalakiyan kirin, paşê jî sirûdên şoreşê yên ku 35 salan berê li dijî rejima Şah hatin nivîsandin xwendin. Pifik li welatiyan belav kirin.
Di merasimê de Serok Hesen Rûhanî bangî welatiyan kir û diyar kir ku şoreş ne ya partiyekê, ne ya îdeolojiyekê ne jî ya hinekan e, şoreş ya hemû welatiyên Îranê ye.
Rûhanî diyar kir ku peyama welatiyên Îranê ji dinyayê re heye û wiha axivî: "Muzakereyên ku em bi welatên 5+1an re dikin peyama welatiyên Îranê ya niyeta rind e. Muzakereyên nukleerê ji bo DYA û Ewropayê ezmûneke dîrokî ye. Ku tevgerên wan li gor hiqûqê bin û rêzê nîşanî mafên gelê Îranê bidin wê çaxê dê ji gelê Îranê bersiveke erênî hildin. Lê ku xeletiyên xwe yên ku berê dikirin bidomînin eva yê ji gelê wan û îstiqrara dinyayê re bibe zirar."