ŞAM
Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û hevpeymanên wê diyar kirin ku endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji bajarê Deyrû'z Zorê hatine derxistin.
Berdevkê Fermandariya Eniya Rojhilat a AASyê Omer Ebû Leyla daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir komên muxalif ên biçek ku di serî de AAS, Eniya Nûsrayê û Eniya Îslamî hene piştî gelek şer û pevçûnên bi endamên DÎŞIyê re bajarê Deyrû'z Zorê ji destê wan derxistin. Li herêma ku ji destê DÎŞIyê hat derxistin bîrên neft û xaza siruştî jî hebûn.